Li Qamişlo bihezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Li Qamişlo bihezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Li Qamişlo bi hezaran kes bi armanca piştgiriya gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên komên çekdar bi slogana, "Îna serkeftina berxwedana Efrînê" meşiyan.

Meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye destpêkirin, îro ji ber Mizgefta Qasimo destpê kir. Ciwanên taxên Enteriyê û Qenatsiwêsê jî bi meşê hatin ber Mizgefta Qasimo û tevlî meşê bûn. Meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, li ber Stadyuma 12'ê Adarê bidawî bû.

Piştî meşa ku bênavber siloganên piştgiriya gelê Efrînê, YPG û YPJ'ê dikin hatin qîrkirin, endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhildan axaftinek kir. Tolhildan diyar kir ku, tu hêz di cîhanê de wê nikaribin li pêşiya destkeftiyên gelê Kurd bibin asteng û wiha dom kir: "Gelê Rojava ji hemû cîhanê re îsbat kir ku dikare xwe birêve bibe."

Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.