Li Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Li Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Li Parîsê çalakiya "em edaletê" dixwazin
Bi daxwaza eşkerekirina kukjerên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li Parîsê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.
Çalakiya her Çarşem bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê tê lidarxistin, îro bi beşdariya nêzî 100 Kurdistaniyan pêk hat.
Meş û mîtîng di bin pankarta "Ev 161 roj in em li benda eşkerekirina kujeran e, em edaletê dixwazin" hat lidarxistin, wêneyên hersê şoreşgerên jin ên Kurd ên hatin kuştin û ala KJB'ê hat hildan.
Meş saet di 14.00 de li ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir û li cihê komkujî lê hat kirin li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dawî bû. Li vir deqeyek rêz hat girtin û hat xwestin, ku kujer bên eşkerekiirn. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Em hemû Sakîn, Fîdan û Leyla ne" hatin qêrin û jinên SKB'yî jî piştgirî dan wan.
Çalakî bi mîtînga li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bi dawî bû.