Li Nînowa û Enbarê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

Di operasyonên hêzên Iraqî de li Enbar û Nînowayê 14 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê di daxuyaniyek de ragihand bi fermana emîndarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê îro bi rêya du operasyonên cûda li parêzgeha Ninowa û Enbarê 14 çeteyên DAIŞ’ê hatine giritin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew çete li Musil, Rumadî, Qaîm û Rutbe li gor madeya 4 ya terorê hatine girtin û radestî aliyên dadaweriyê hatine kirin.