Li Mexmûrê kuştina Îzol û êrîşên li Zanîngeha Dîcle hatin şermezarkirin
Li Mexmûrê kuştina Îzol û êrîşên li Zanîngeha Dîcle hatin şermezarkirin
Li Mexmûrê kuştina Îzol û êrîşên li Zanîngeha Dîcle hatin şermezarkirin
Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem bi daxuyaneke girseyî qetilkirina ciwanê Kurd Murat Îzol û êrîşa li Zanîngeha Dîcleyê şermezar kir.
Bûyer û pêkutiyên li ser ciwanên Kurdên ji aliyê polîs û kontrayan li her cihî rastî nerazîbûnan tên. Li wargehê bi organîzasyona Komalên Ciwan xwendekar ên Dibistana Şehîd Koçerîn a Amadeyî bi daxuyaniyekê qetilkirina Murat Îzol û êrîşa ji aliyê Hizb-î Kontrayana di bin kontrola polîsên Tirk de li hemberî ciwanên welatparêz pêk hat, şermezar kirin. Ciwanan beriya daxuyaniyê ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyeke rêzgirtin.
Daxuyanî ji aliyê Xwendekara Dibistana Şehîd Koçerîn û Endama Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Fatma Oren ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku mêtingerî li ser xaka Kurdistan bi her awayî ji bo xwe bide jiyandin rêbazên cur bi cur bi kar tîne û bi taybet vê li ser ciwanan bi kar tîne. Daxuyanî bi van hevokan berdewam kir: “Polîsên Fethullah bi dehan ciwanên Kurd bê sedem qetil kirine. Herî dawî ciwanê welatparêz Murat Îzol ku gelek caran ji aliyê polîsan ve dihat tehdîtkirin, dema hewldida ji êrîşa polîsan rizgar bibe ket çemê Dicleyê û şehîd ket. Em van êrîşan şermezar dikin. Em êrîşên hîzbûllahê yên li Zanîngeha Dîcleyê li dijî xwendekarên welatparêz pêk hatin ji şermezar dikin."
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Qetilkirinarê hevalê xwe Murat Îzol û êrîşabi plan a hovane ya li hemberî ciwanên welatparêz şermezar dikin û bi her awayî em li gelciwanên xwe. Em hemû Aydin, Mustafa û Murad in.” Komê siloganên “Bijî SerokApo”, “Bimire mêtingeri û yên bi dewleta faşîst a Tirk re dimeşin”, “Her bijî berxwedana xwendevanên Zanîngeha Dîcle” qêriyan.