Li Mereşê rageşiya xetere: 300 kesan êrîşî avahiya BDP'ê kirin

Li Mereşê rageşiya xetere: 300 kesan êrîşî avahiya BDP'ê kirin

Avahiya BDP'ê ya Bajarê Mereşê, ji aliyê komeke ji 300 kesan ve hat dorpêçkirin. Tevî ku avahî yekser li pêşiya Walîtiya Mereşê ye jî, balkêşe ku rayedarên dewletê li pêşberî vê hewldana lînçê bêdeng in.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mdereşê ku bi 2. Kongreya xwe ya Asayî re rêveberiya xwe ya nû diyar kir, ji aliyê komeke faşîst ve dor lê hat girtin. Li dû kongreya ku danê nîvro pêk hat de, komeke ji 300 faşîstan heman piştî derketina BDP'yiyan ji avahiyê, dor li avahiyê girtin. Koma faşîst a li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr  li qatê yekemîn ê Pasaja Azvûral, ku li pêşberî Walîtiya Mereşê ye kom bû, dest bi qîrîna dirûşmên faşîst kir.

Hejmara koma faşîst her diçe zêde dibe, li hundirê avahiyê jî 5 BDP'yî hene. Endamên BDP'ê yên bi xeteriya lînçê re rû bi rû ne, derî û paceyên avahiyê girtin û hewl didin xwe biparêzin.

Metîn Gonulşen ku di kongreya îro de ji bo Serokatiya Bajêr hat hilbijartin anî ziman, ku der heqê bûyerê de wan bi rayedarên emniyetê re hevdîtin kirine, lê li gel vê jî emniyetê dest li vê koma faşîst wernedaye.

Gonulşen got, "5 hevalên me li hundir asê mane û bi xeteriya lînçê re rû bi rû ne. Em naxwazin li vê derê Mereşeke duyemîn biqewime."

Hat ragihandin ku polîsên hatin cihê bûyerê jî êrîşkar belav nekirine.

Sekna rageşî ya li ber avahiya partiyê dewam dike.