Li Mereşê rageşî bidawî bû

Li Mereşê rageşî bidawî bû

Li Mereşê, koma ji 300 kesan a hewl dida bikeve avahiya Rêxistina BDP’ê ya bajêr belav bû.

Piştî 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina BDP’ê ya Mereşê hat lidarxistin avahiya rêxistinê ji aliyê komeke nîjadperest ve hat dorpêçkirin û komê hewl da bikeve hûndir. Rewşa  5 BDP’yiyên ku di avahiyê de mehsûr man ji  Serokê Rêxistina Mereşê ya BDP’ê Metîn Gonulşen re ku hat ragihandin, piştî hevdîtina Gonulşen a bi polîsan re, polîsan xwest ku kom belav bibe.

Lê belê komê di aleyhê kurdan û PKK’ê de dirûşmayên xwe berdewam kirin.  Di kêliya ku polîsan xwe amade kirin mudaxele bikin kom ji ber avahiyê veqetiya. Piştî kom veqetiya her pênc BDP’yiyên ku di avahiyê de mehsûr mabûn derketin derve.