Li Meredo xwarina fitarê hate dayîn

Li Meredo xwarina fitarê hate dayîn

Bi hatina meha Remezanêre  tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li herêma Meredo xwarina fitarê ji bo gundiyên herêmê dan.

Li gundê Meredo yê ser bi herêma Ranyayê piştî  banga mela, dua û karûbarên ayînî hatin kirin û xwarina fitarê hate dayîn, endamê tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Şêx Mihemed Bestê û Terîfe Îbrahîm Hesen li ser girîngiya meha Remezanê axaftin kirin û gotin:

“Belkî em niha li vir di nava xweşiyê de  jiyan dikin, lê pêwîste em jibîr nekin ku li Rojavayê Kurdistanê xwişk û birayên me yên Kurd vê meha pîroz ya Remezanê de di bin êrîş,talan, kuştin û hemû cûrên êrîşan de ne. Pêwîste em Kurd li hemû cihên ku lê hene, em bi hemû hêza xwe alîkarî ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin, ji ber ku ev weke erkê her welatparêzekî Kurde pêwîste alîkariya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwede daxwaz ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û got: “Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bi taybet jî Partiya Demokrata Kurdistan PDK dikin ku, deriyê sinor yê Sêmalkan vekin û ji bo ku alikarî ji Rojavayê Kurdistanê re bê te kirin. Girtina deriyê sinor ne di berjewendiyê gelê Kurd de ye û di bin xizmeta dijminê Gelê Kurd de ye.”