Li Mêrdînê meşa ji Ocalan re azadî
Li Mêrdînê meşa ji Ocalan re azadî
Li Mêrdînê meşa ji Ocalan re azadî
Rêxistinên BDP'ê yên bajarê Mêrdîn û navçeyên wê, li Kerboranê "Meşa ji Ocalan re Azadî" lidar xistin.
Meşa "Ji Ocalan re Azadî" ji ber Şaredariya Kerboranê destpê kir û li Qada Miradê Kinê veguherî mitîngê. Di meşê de li gel Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Alî Urkut, Hevserokên BDP'ê yên Mêrdînê Addule Aksoy û Reşad Kaymaz, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê Selîm Kiliç, Şaredarê Kerboranê Suleyman Aşan û gelek kes amade bûn. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Azadiya Ocalan temînata jiyana wekhev a gelên Rojhliata Navîn e" hat hilgirtin û piştî meşê deqeyek rêz hat girtin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Kerboranê Selîm Kiliç ji girseya gel re axivî û daxwazên gelê Kurd ên di vê pêvajoyê de weha rêz kir: "Divê Birêz Ocalan azad bibe, destûreke nû ya bingehîn a demokratîk avab ibe, pergala cerdevaniyê ji holê rabe, operasyonên siyasî bi dawî bibe, mayinên li ser erdê me werin rakirin, hevalên me yên di bin navê operasyonên KCK'ê de hatine girtin werin berrdan. Eger ev bicih werin anînin, hingî emê ji ciddiyeta hukûmeta AKP'ê bi bawer bin."
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî bal kişand ser girîngiya hevdîtinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Em dixwazin hemû bîr bawerî û nêrînên cûda bijîn. Çawa ku bi salan çand û olên cûda li Mêrdînê bi hev re jiyan, em dixwazin li gelemperiya Tirkiyê jî heman tişt bê kirin." Dora da xuyakirin, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek siyasî ye û bi rêbazên leşkerî û asayîşî çareser nabe. Dora got, "Em bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoya danûstandinan a bi Ocalan re hatiye destpêkirin."
Piştî daxuyaniyê, girseya gel bi dirûşman belav bû.