Li Mêrdînê daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş

Li Mêrdînê daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş

Endamên TUHAD-DER'ê yên Qoserê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û banga hişyariyê kirin.

Endamên TUHAD-DER'ê ya Qoserê bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de sloganên "Girtî rûmeta me ne" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin qîrkirin û pankrata "Ji girtiyên nexweş re azadî" hate vekirin. Serokê TUHAD-DER'ê yê Qoserê Adil Başaran, rêveberên BDP'ê, HDK, KURDÎ-DER, MEYADER û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê TUHAD-DER'ê yê Qoserê Adil Başaran diyar kir ku, li girtîgehan li hemberî girtiyên nexweş her diçe binpêkirinên mafên zêde dibin û wiha got: "Roj tuneye agahiyekî binpêkirina mafên mirovan neyê. Herî dawî li Girtîgeha Midyadê hinek girtî ji bo derbazî qawişa siyasiyan bibin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Li girtîgehan girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Saziya Tiba Edlî bi îdeolojîk nêz dibe û wisa raporan dide. Em dixwazin hemû sazî û dezgeh li hemberî mijarê hişyar bin û dengê xwe bilind bikin."