Li Meksîkayê piştî mirina ‘El Mencho’ pêla tundiyê
Li Meksîkayê piştî ku yek ji lîderên kartelên herî xurt a tiryakê Nemesio Oseguera yan jî bi navê din ‘El Mencho’ di operasyona artêşê de hate kuştin, pêla tundiyê destpê kir.
Li Meksîkayê piştî ku yek ji lîderên kartelên herî xurt a tiryakê Nemesio Oseguera yan jî bi navê din ‘El Mencho’ di operasyona artêşê de hate kuştin, pêla tundiyê destpê kir.
Oseguera yê 59 salî, lîderê Kartela Jalisco Nueva Generación (CJNG) bû û di nava baronên tiryakê de ya ku herî zêde Meksîka û DYE’yê lê digeriya, bû. Rêveberiya DYE’yê ji bo girtina wî, heya 50 milyon dolar xelat danîbû. Hat diyarkirin ku operasyon bi desteka îstixbaratê ya DYE’yê hate pêkanîn.
Piştî kuştina El Mencho li herî kêm 8 eyaletan navber dan perwerdeyê. Serokê Dewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum bang li gel kir ku “aram” bisekinin.
Di operasyonê de 7 sûcdar hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn. Du endamên CJNG’ê hatin binçavkirin. Rayedaran ragihand ku çekên giran jî bi dest xistine.
Piştî operasyonê, komên çekdar ên endamên kartelê li 20 eyaletên welêt çalakiyên tundiyê dan destpêkirin.