Li Mahabadê leşkerên Îranê kasibkarekî Kurd qetil kir

Li Mahabadê leşkerên Îranê kasibkarekî Kurd qetil kir

Li bajarê Mahabadê kasibkarekî Kurd ê bi navê Xidir Şah Mihemedî ji aliyê leşkerên rejîma Îslamî ya Îranê ve hate qetilkirin.

Li gundê Sêqolî ya Mahabada Rojhilat, kasibkarê Kurd ê bi navê Xidir Şah Mihemedî ji aliyê leşkerên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat qetilkirin. Leşkeran hemwelatiyê Kurd ku bi wesayîta xwe debara malbata xwe dikir ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hate girtin û piştre li ser bedena wî gulle reşandin û jiyana xwe ji dest da.