Li Liceyê kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 birîndar bûn

Li Liceyê kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 birîndar bûn

Gelê ku ji bo protesto kirina avakirina avahiyên li gel qereqola ‘Kayacik’ Hêzan a girêdayî navçeya Lîceya Amedê meşiyan, leşkeran gel gulebaran kir, kesek qetilkirin û 10 jî birîndar kirin.

Gelê ku ji bo avakirina avahiyên li gel qereqolên ‘Kayacik’ Hêzan a girêdayî navçeya Lîçeya Amedê xwestin protesto bikin, îro gel meşiya herêma qereqolê. Gelê ku agir bi 3 konên karkeran xisitin, piştre ber bi qereqolê ve meşiyan.

Piştî ku gel ji herêmê neveqetiya, leşkeran gel gulebaran kir, di encama gulebaranê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran herî kêm 3 kes bûn hedefên guleyan, hate hînbûn ku 9 birîndar birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Hate ragihandin ku, kesê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî Medenî Yildirim e û cenazeyê wî rakirine morgê.

Navê hinek birîndaran wiha ye: Salih Bedirhan, Remezan Çakir, Veysî Ozmen, Mehdî Aslan û Ronîda Pervaneya 16 salî.

Gelê ku li rexmî leşkeran gule li ser wan reşandin jî, ji herêmê neçûn bi keviran bersiva leşkeran didin. Piştî bûyer mezin bûn, Fermandairya Alaya Cendirmeyan a Bajar û Fermandariya Alaya Liceyê wesayîtên zirxî û leşker veguhestin herêmê, hate ragihandin ku, tevgera tîmên taybet jî şandine.

Li navçeyê rageşî didome, heyeta di nav de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Hevseroka KCD Aysel Tugluk jî heyî ber bi Liceyê ve çûn.

Ji bilî heyeta BDP’ê û KCD, nûnerên baroya Amedê, Odeya Tabîban, Şaxa ÎHD, Mazlûm-Der, Odeya Bazirganî û Sanayî di nav de heyî, rêxistinên sivîl çûne Liceyê. Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, li cihê bûyerê hûrkolîn pêkanîn.