Li Licê leşkeran gule li gundiyan reşandin: 5 birîndar

Li Licê leşkeran gule li gundiyan reşandin: 5 birîndar

Li navçeya Amed Licê, leşkeran gule li welatiyên çêkirina qereqolê şermezar dikirin, rewşandin. Di encama gulereşandina leşkeran de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Li navçeya Amed Licê gundiyên Kayacik çêkirina qereqola li gundê xwe şermezar kirin, lê belê li gulereşandina leşkeran rast hatin. Li ser gulereşandina leşkeran, di navbera gundî û leşkeran de pevçûn derket û pevçûn li nava gund dewam dike. Gundî bi ço û keviran bersivê didin êrişa leşkeran. 5 kesên ji ber gulereşandina leşkeran birîndar bûn jî rakirn Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.

Pevçûna navbera gundî û leşkeran dewam dike û fikar tên kirin ku hejmara birîndar zêde bibe.