Li leşkeriya Sûriyê ciwanekî din ê Kurd hat kuştin
Li leşkeriya Sûriyê ciwanekî din ê Kurd hat kuştin
Li leşkeriya Sûriyê ciwanekî din ê Kurd hat kuştin
Ciwanekî din ê Kurd ê bi zorê leşkeriya Sûriyê dikir, hat kuştin.
Ciwanekî din ê Kurd ê bi zorê leşkeriya Sûriyê dikir, jiyana xwe ji dest da. Rayedarên Nexweşxaneya Tişrîn a Leşkerî ya Şamê diyar kir, ku leşkerê Kurd Nûrî Horîk Reşo, ji serê xwe birîndar bûbû û ew rakirine nexweşxaneyê. Li gel hemû hewldanan jî Reşo yê 25 salî nehat rizgarkirin. Nûrî Reşo ji beriya 8 mehan ve leşkeriya xwe qedandibû, lê weke bi gefan pê leşkerî dihat kirin. Mirovên Nûrî Reşo dan zanîn ku dê cenazeyên Reşo dê veguhezin Efrîn û li wir bisipêrin axê. Nûrî Reşo li gundê Ioka ya Navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bû ye.
Hêjayî gotinê ye, bi hezaran ciwanên Kurd tevî ku dema xwe ya leşkerî qedandine jî, di nava artêşa Sûriyê de bi zorê tên ragirtin û jiyana wan di tehlûkeyê de ne.