Li Kurdistanê mayîn hîn ji cana distîne

Li Kurdistanê mayîn hîn ji cana distîne

Kurdê bi navê Esxer Esedî yê ku di nava ekîba mayîn paqijkirinê ya li ser sinorê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de cih digirt, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ,Esxer Esediyê ku li ser sinorê herêma Dupizeyê ya nêzî Serdeşt de di dema karê paqijkirina mayînan dikir di encama teqîna mayînê de giran  birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji destdaye. Hat zanîn ku, Esed li ser şêniyên Îlamê hatiye tomar kirin.

Di 19’ê Cotmehê de li Rojhilatê  Kurdistanê gundê Nişkaşê yê girêdayî bajarê Merîwanê zarokekî 7 salî giranî birîndar bûye û Geşin Kerimî yê 8 salî jî jiyana xwe ji dest daye.

Kurdistan di warê qirêjiya mayînan de piştî Efxanistan û Angolayê di rêya sêyem de cih digre. Sinorê Îranê û Iraqê di nava welatên cihanê de welatên herî bi mayîn kirîne. Mayînên li vê derê bingehê  xwe ji şerê di nav bera Îran û Iraqê de digre. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê salane bi sedan kes bi van mayînan yan siqet dibin yan jî jiyana xwe ji dest didin.

Rapatorê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ehmed Şahid di dara ku di derbarê binpêkirinê ên li Îranê de dayî diyar kirin li Kirmaşan, Sine, Ûrmiye û Kûzistana girêdayî  eyaleta Erebakinciyê 20 milyon mayîn hatine dîtin. Li gorî raporê ji ber van mayînan rojane 2 kes jiyana xwe ji dest didin ji wan ji sedî 40 temenê wan li jêr 14 saliyê de ne.

TENÊ LI ALIYÊ ROJHILAT 16 MILYON MAYÎN HENE

Li gorî çavkaniyên Îranê li herêma  sinor di 4 milyon hektar de 12 ta 16 milyon mayîn hene. Di navbara sinorê Îran û Iraqê bi mayînên heyîn tên rakirin.

Mayînên ji aliyê Sedam ve hatîn wegirtin temenê wan 40 salan xwe digre. Di coxrafiya Kurdistanê de mayînên herî bi xeter yên Wanmara tên zanîn. Ev mayîn navê jinekî ya Îtalyayî digre. Wanmara Îtaliyayî ji aliyê hevjînê ve hatibû xapandin, vê mayînê çêdike û ji berî mêrê wê bê malê li pêşiye vedigire. Mayînê bi hevjînê xwe di teqîne û herdû lingên wî jê dibin. Ev mayîn xwediyê hêza dema kesekê ve diteqe  navtenga wî dike dû parçe. Xwediyê 1400 parçayane, li Başûrê Kurdistanê bi milyonan hatine çandin.

PAQIJKIRINA WAN 50 SALAN WÊ BIGIRE

Rêveberiya Hêrêma Başûrê Kurdistanê di derbarê mijarê ji NATO’yê alîkarî xwest. Wezirê Sekreterê Giştiyê Pêşmergeyan Cebar Yawer di konfera di 14 û 15’ê mijdarê ya NATO’ê ya li Brukselê pêkhatî de di derbarê mijarê de alîkarî xwest.

Wezîrê Plandaniyê yê Herêma Başûrê Kurdistanê Elî Sindanî di daxuyaniya îsal kirî de da diyar kirin ku, Herêma Kurdistanê di warê mayînan de li cihanê de rêza sêyem de û paqijkirina wan wê 50 salan dewam bike.