Li kolanên Cizîrê pevçûn
Li kolanên Cizîrê pevçûn
Li kolanên Cizîrê pevçûn
Ciwanên Kurd ên ku li navçeya Cizîra Şirnexê bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk ku destekê dide çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşê Kobanê dike, daketin qadan û çalakiyek pêk anîn. Ciwanan Rêya Navneteweyî ya Îpekê girtin.
Ciwanan li navçeya Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞê yên li dijî Kobanê û desteka dewleta Tirk a ku dide çeteyên DAIŞ’ê, di saetên êvarê de li ser rêya Îpekê çalakiye li dar xistin û rê li trafîkê girtin. Ciwanan dirûşimên dilsoziya bi PKK û YPG’ê re qêriyan. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê çalakiya ciwanan kir. Ciwanan bi molotof, kevir û fîşekên hewayi bersiv da êrîşa polîsan.
Pevçûn berdewam dikin.