Li Kobanê bingeha Rêveberiya Demî tê danîn

Li Kobanê bingeha Rêveberiya Demî tê danîn

Li bajarê Kobanê ji bo xebatên danasîn û nirxandina pêşnûmeya Hevpeymana Civakî 10 komîte hatin avakirin.

Bi armanca danasîn û nirxandina pêşnûmeya Hevpeymana Civakî, li navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ya bajarê Kobanê civînek hate lidar xistin. 

Civîn bi beşdariya gelek rêxistin û saziyên sivîl ên bajarê Kobanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nûrî Mehmûd pêşnûmmeya Hevpeymana Civakî ji beşdaran re xwend û şîrove kir.

Di civînê de ji bo ku pêşnûmeya Hevpeymana Civakî bi hemû beşên civakê bidin nasîn 10 komîte hatin avakirin. Ev komîteyên ku her yek ji wan ji 4 kesan pêk tê, dê di nava 15 rojan de civîn û semîneran lidar bixin û pêşnûmeyê bi gel bidin nasîn, nerîn û pêşniyarên wan ên der barê pêşnûmeyê de bigrin. 

Ev komîte dê nêrîn û  pêşniyarên gel di encam de radestî Meclîsa Damezrêner a Rêvebiriya Demî bike.

Di civînê de her wiha biryar hate girtin ku ji bo şopandina  xebatên komîteyan, navendeke ragihandinê  li Navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê de bê avakirin.