Li Kerkûkê endamekî hêzên taybet ên Fransî hate kuştin
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê, li Kerkûkê di encama operasyonekê de endamekî hêzên taybet ê Fransayê hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Fransayê, li Kerkûkê di encama operasyonekê de endamekî hêzên taybet ê Fransayê hate kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariyê de, hate diyarkirin ku Çawişê pispor Nîcolas Mazier ê Komandoyê Paraşûtê ya Hewayî di operasyona antî terorê de dema li Iraqê piştgirî dida yekîneyekê hate kuştin.
Li gorî daxuyaniyê endamên din ên yekîneya leşkerî ya Fransayê jî birîndar bûne.
Wezîrê Hêzên Çekdar Sebastien Lecornu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Gel îro dîsa ji ber mirina kurekî xwe, şîna xwe digre. Çawîş Nicolas Mazier dema ku li Iraqê li ser erka dij-terorê bû, rastî gulebarana dijmin hat. Ji malbat, hezkiriyên wî û hevrêyên wî yên çekdar re sersaxiyê dixwazim. Fransa wê li hemberî terorê paşve gav navêje.”
Li gorî çavkaniyekî ewlekariyê yê Iraqê li Kerkûkê, êvara Duşemê "Hêzên antî- terorê yên Iraqê û leşkerên hêzên Fransayê yên li baregeha K1 a Kerkûkê bi cih bûne" dema ku operasyoneke hevpar dikirin, ketine kemîna çeteyên DAÎŞ'ê.
Li gorî heman çavkaniyê şer û pevçûn zêdetirî 5 saetan dom kiriye. Di meha Tebaxê de, du leşkerên din ên Fransî hatin kuştin, ku yek ji wan bi qeza bû.
Di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞ’ê de li herêmê derdora 600 leşkerên Fransî hene.
Di meha Adarê de rayedarekî payebilind ê Iraqê diyar kir ku li Iraqê hê di navbera 400 û 500 endamên çalak ên DAÎŞ'ê hene.
Raporeke Neteweyên Yekbûyî ku di Tîrmehê de hate weşandin hate diyar kir ku, "saziya bingehîn a DAÎŞ’ê hebûna xwe dewam dike” û tesbîta ku di navbera 5-7 hezarî şervanên wê yên ku ji Komara Ereb a Sûriyeyê û Iraqê ne hene kir.