Li kampa Fîlîstînê ya li Lubnanê şer qewimî: 20 kes birîndar bûn
Li kampa koçberan Ayn el-Hîlve ya li başûrê Lubnanê şer qewimî. Hat ragihandin ku 20 kes di şer de birîndar bûne.
Li kampa koçberan Ayn el-Hîlve ya li başûrê Lubnanê şer qewimî. Hat ragihandin ku 20 kes di şer de birîndar bûne.
Li gorî ajansa nûçeyan a neteweyî ya Lubnanê, komên Îslamî û şervanên rêxistina El Fetih a di bin lîdertiya Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas de li kampê şer kirine.
Ji ber şer şeva Pêncşemê bi dehan malbat bi zarokên xwe re reviyan bakur û hinekan jî xwe spart mizgeftek li nêzî wan deran.
Li gorî medyaya herêmî di şer de çekên otomatîk û roketavêj hatine bikaranîn. Hat ragihandin ku sihara Îniyê jî 20 kes birîndar bûne.
Di dawiya meha Tîrmehê de jî şerekî heman çêbûbû û 13 kes miribûn. Şerê ku 29’ê Tîrmehê destpê kirî, qasî 15 rojan dewam kiribû. Bûyer piştî mirina endamekî komek biçûk a Îslamî, qewimî. Piştre jî rayedarek leşkerî jî di nav de 5 endamên El Fetihê ketin pisûyê û hatin kuştin.
El Fetihê ji bo kesên pisû danîne heta roja pêncşemê wext diyar kiribû ku teslîmî komîteyeke Fîlîstiyan were kirin. Lê ev daxwaz nehat bicihanîn.