Li Îzmîrê konsera piştgiriya bi girtiyên nexweş tê lidarxistin

Li Îzmîrê konsera piştgiriya bi girtiyên nexweş tê lidarxistin

Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Îzmîrê (TAY-DER) bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir, ku ewê bi armanca piştgirîdayîna girtiyên nexweş, konserekê lidar bixin.

Di civîna çapemeniyê ya li avahiya TAY-DER'ê de, Serokê TAY-DER a Îzmîrê Dunyamali Arîç daxuyanî da û got, "Di çarçoveya kampanya me ya 3 meh in ji bo girtiyên nexweş tê meşandin de, emê di 30'ê Hezîranê de li Anfîniya Şano ya Servekirî ya Fûarê konserekê li dar bixin."

Arîç diyar kir ku berxwedana bi rûmet a girtiyan, pêvajoya aştiyê afirandiye û got, "Em weke TAY-DER berxwedana bi rûmet a li zîndanan silav dikin û destek dikin. Bi vê konserê re em dixwazin piştgiriyê bidin berxwedana bi rûmet a li zindanan û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo pêvajoya aştiyê."

Arîç ragihand ku ew dixwazin bi vê çalakiyê xwe re balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza serbestberdana wan bikin û bang li herkesî kir ku bi vê armancê beşdarî konserê bibin.

Di konserê de wê Serhedo, Koma Agirê Jiyan, Koma Berxwedan û Koma Kendal derkevin ser dikê.

Weke axaftvan jî wê Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder beşdarî konserê bibe.