Li Hezexê 2 kes hatin girtin
Li Hezexê 2 kes hatin girtin
Li Hezexê 2 kes hatin girtin
Li gundê Hespista ya girêdayî Hezexa Şirnexê 3 kesê ku hatin binçavkirin 2 jê bi îdîaya ku "Alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin.
Li gundê Hespista ya girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê 3 kes rojek berê ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn, ji 3 kesên ku hatin binçavkirin jê welatiyê bi navê Omer Tekîn ji ber sedema dosyayekî berê hatî binçavkirin.
Tekîn şandinin Dadgeha Amedê piştî kar û barê lêpirsînê hat berdan. Welatiyên bi navên Rêşîd Uca û Abdurrahîm Oruç jî birin Midûriyeta Polîsan. Piştî kar û barên Midûryetê şevê din birin Edliyeya Hezexê. Uca û Oruçê li dozgeriyê îfadê xwe dan bi îdîaya ku "Alîkariya rêxistinê kirine" ji aliyê dozger ve bidaxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar hat kirin. Li Dadgehê heta derengiya şevê îfadeyên wan berdewam kirin û di encama lêpirsînê de Uca û Oruç hatin girtin.