Li Hewlêr li dijî standa îmzeyan a ‘ji Ocalan re azadî’ êrîş

Li Hewlêr li dijî standa îmzeyan a ‘ji Ocalan re azadî’ êrîş

Komek ji ciwanên ku alîgirên partiyên li dijî Desteya Bilind a Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê êrîşî endamên standa ji Ocalan re azadî kirin.

Kampanya îmzeya a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, îro di demjimêr 11:30’an de endamên standê ji bo komkirina îmzeyan diçin parka pêşberî Qela Hewlêrê. Di heman demê de ji aliyê komekî ku ji 100 kesên girêdayî partiyên li dijî Desteya Bilind a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, êriş dikin ser endamên standa komkirina îmzeyan.

Hêjay gotinê ye ku, di deste komên êrîşakar ên êrîşî endamên standê kirine alên Artêşa Azad û herêma Başûrê Kurdistanê hebûn. Di dema êrîşê de bi berdewamî sloganên li dijî YPG û li dijî destkeftiyên gelên Kurd li  Rojavayê Kurdistanê hatin avêtin. Lê belê endamên standê bêdeng neman û li dijî tevliheviyê nerazîbûna xwe diyarkirin.

Piştî ku 20 deqîqe derbaz bûn, hêzên asayişê nû gihan cihê bûyerê û ji endamên standê dixwazin ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne daliqînin. Lê belê ciwanan ev helwesta asayişê ne pejirandin û gotin, “çi dibe bila bibe em dê wêneyê Rêber Apo naynîne xwarê.”

Piştî demjimêrek sere derbazbû, careke din heman koma êrîşkar xwestin êriş bike ser endamên standê. Lê belê xelkê bajar û endamên standê destûr neda êrîşa van koma êrîşkar.