Li Hewlêr 30 kes ji ber dermanên sexte bi korbûnê re rû bi rû ne
Li Hewlêr 30 kes ji ber dermanên sexte bi korbûnê re rû bi rû ne
Li Hewlêr 30 kes ji ber dermanên sexte bi korbûnê re rû bi rû ne
Li bajarê Hewlêrê li Nexweşxaneya Rizgarî ji ber sedema bikaranina derziyên demê wan derbazbûyî û di rêjeyek zêde de karanina wan derziyan, 30 welatî bi korbûnê re rûbirû mane.
Li bajarê Hewlêr li beşa nexweşiyên çavan ya Nexweşxaneya Rizgariyê ji ber sedeme bikaranîna derzîyên dema wana derbazbûyî û di heman demê bikaranîna wan derziyan di rêjeyek zêde de bûye sedem ku 30 nexweş bi korbûnê re rûbirû bimînin. Nexweşên ku bûne qûrbana bûyerê serî li nexweşxaneya çavan ya West Eye Hospital (Nexweşxaneya Çavan ya Rojava) dan û nexweşxaneya mijara gotinê dermankirina mexdûrên bûyerê girtiye ser xwe. Ji 30 nexweşan 16 kes duh li West Eye Hospital hatine derman kirin û 14 jî îro hatin derman kirin. Li gorî agahiyên ku ji ajansa nûçeyan ya dîcle (DÎHA) re hatine ragihandin rewşa 3 nexweşan girane.
Girêdayî mijarê îro li nexweşxaneya West Eye Hospital daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneyê Dr. Nûredîn Zeren, Berpirsê Desteya Rêvebir yê Nexweşxanê Op. Dr. Mihemed Soyler û Berpirsê Tekiliyên Giştî yê nexweşxaneyê Dr. Bekir Karebacî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, 30 kes li Nexweşxaneya Rizgarî bêy kû were rawestan derziyên dema wan derbazbûyî li ser çavên nexweşan hatine bikaranîn. Hate gotin ku, 30 nexweşên ji ber şaş dermankirinê rewşa çavên wana ber bi xirabiyê ve diçe duh û îro li nexweşxaneya West Eye Hospîtal hatine emeliyat kirin û tenê rewşa sê nexweşan girane. Her wiha di daxwuyaniyê de hate gotin ku, Serokatiya Herêma Kurdistanê mesrefên dermankirina hemû nexweşan û herwiha kesên bi nexweşan re girtiye ser xwe. Li ser mijarê firokeyek hatiye amedekirin û ji bo dermankirina berfireh wê biçin nexweşxaneya West Eye Hospîtal ya li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê.
Têkildarî bûyera mijara gotinê doxtor û nexweşên mexdûrên dermanên dema wana derbaz bûyî ji DÎHA’yê re axivin.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneyê Dr. Nûredîn Zêrîn da zanîn ku, ev nexweşane ji ber bê xemiya dixtoran û di rêjeyek bilind ya bikaranîna dermanan de gihiştiye astek ku, rewşa çavên nexweşan giran bibe û wiha bedewam kir; "Nexweşên mijara gotinê duh serî li nexweşxaneya me dan û me jî duh û îro hemû nexweş li gorî giraniya nexweşiya wana emeliyat û derman kirin û di heman demê de hemû xizmetên weke xwarin vexwarin û dermankirina wan me girt serxwe. Wê îro yan jî sibê piştî hemû nexweş û kesên li gel diçûn wê ji bo dermankirinek baş û berfirek biçin Tirkiyeyê. Serokatiya Herêma Federal ya Kurdistanê mesrefên wana yên dermankirin, otel û hemû mesrefên din girtiye serxwe. Em keyfxweşin ku li vê dere xizmeta gelê xwe dikin."
Berpirsê Desteya Rêvebir yê Nexweşxanê Op. Dr. Mihemed Soyler têkildarê mijarê wiha got: "Roja Pênşem û Îna derbazbûyî de çavên 30 nexweşan enfekte bûne. Ev jî sedema xwe ji xistina nava çav ya maddeya jêre avastîn tê gotin digre. Em vê maddeyê herî zêde ji beşa pişta çav ya kû jêre retina tê gotin bikartînin. Em dibêjin girêdayî vê dermanî wakaya endoftalmîl bi nexweşan re çêbûye. Ev jî cûrek yê enfeksiyona çave. Bi awayek giştî hem tedawiya dermanan hem jî ya cerahî hatiye kirin û ji bo parastina çavan antîbiyotîk hatiye bikaranîn. Herwiha nexweşên kû dûh hatine derman kirin tenê rewşa dû kesan hinek girane û pêwîste ji niha û şûnde ev nexweşane werin razandin û dibin çavdêriya doxtoran de werin derman kirin." Herwiha li ser îddîaya kû derzî bi zanabûn li nexweşan hatine dayîn Soyler da zanîn ku, tiştek wisa tuneye, ez ne bawerim hevalên me wisa bikin û wiha berdewam kir; "Di vir de tişta bi êş ewe ku heman derman û derzî jibo 30 nexweşan hatiye karanîn û pêşî lê ne hatiye girtin."
Herwiha mexdûrê bûyerê Xidir Mehmûd diyar kir ku, ew roja pêncşemê çûne Nexweşxaneya Rizgarî û ev rewşe hatiye serê wana. Di berdewama axaftina xwe de got kû niha rewşa çavê min gelek ne başe û ez tiştekê bi çavê xwe nabînim û wiha got: "Hêviya min ewe li ser vê mijarê were rawestandin û Hukumet li ser vê yekê bisekine."
Welatiyê binavê Ezîz Ehmet kû xelkê bajarê Kerkûkê ye jî ev bûyere cuda nirxand. Ehmed da diyar kir ku, ji bo dermankirina çavê xwe du car çûye nexweşxaneye Rizgarî û derzî ji xwe re daneye û wiha axivî; "Lê cara sêyem wekî hemû kesên kû bûne qurbanê dermanên sexte û demê wan derbaz buyî çavê min û serê min dest bi êşanek bê hempa kir. Bes ez vê yekê ne dikim gunehê doxtoran ne jî ya Hukumeta Herêmê ji ber ku, li gorî hinek agahiyan ew derzî bi awayek veşartî xistine nav dermanên nexweşxanê de û doxtor jî ji vê yekê bê agahî bûn. Lewra em ji weke hemû hevalên xwe yên bûne mexdûrên vê bûyerê hatine Nexweşxaneya West Eye Hospîtal û hêvidarim em hemû di demek kin de bigihin tenduristiya xwe.
Doxtorekê ku nexwest navê xwe bêje îddîa kir ku, ji ber mudaxeleya cerahî û amêrên bi vîrûs ev bûyer endoftalmîl bi nexweşan re çêbûye.