Li herêmên gerîla tevgera balafirên keşfê dewam dike
Li herêmên gerîla tevgera balafirên keşfê dewam dike
Li herêmên gerîla tevgera balafirên keşfê dewam dike
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê da xuyakirin ku liv û tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera 31'ê Tîrmeh û 2'ê Tebaxê de dewam kiriye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk ji 31'ê Tîrmehê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê difirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Roja 2'ê Tebaxê saet di navbera 03.00 û 14.00 de li ser qada Xakurkê û di 1'ê Tebaxê saet di 22.30 û di 2'ê Tebaxê saet di 05.00'an de li qada Heftanînê firînên keşfê kirine."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên keşfê yên artêşa Tirk ji 31'ê Tîrmehê û vir ve bê navber şev û roj li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê, li ser xeta sînor a navçeya Colemêrg Çelê û herêma Zapê, firiyane.