Li her sê eniyên Kobanê ji YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor

Li her sê eniyên Kobanê ji YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor

Hêzên YPG/YPJ’ê li her sê eniyên şer ên herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Her wiha şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de tevahiya şevê dom kirin. Çeteyan di berdewama êrîşên xwe de çekên giran bi kar anîn.

Li rojhilat, şevê din saet di 20.00'an de li taxa Kaniya Kurdan û Bazara Zebze û Kolana Şaredariyê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de çeteyan hemû cure çekên giran bikar anîn. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Çeteyan li bazara Zebze du malên welatiyên sivîl bi teqandina bombeyan hilweşandin.

Li başûrrojavayê Kobanê jî şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel li dijî nuqteyek çeteyan çalakiyek lidar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li başûrê Kobanê, piştî ku duh YPG'ê hin nuqte ji destê çeteyan derxistin, şervanên YPG'ê dest bi pêngava paqijkirinê kirin û gelek çek û cebilxane bidest xistin. Hêzên YPG'ê her wiha li ser rêya  Helebê jî çalakiyek lidar xistin û têde motosklêtek çeteyan hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.

Li eniya rojavayê herêma Kobanê şervanên YPG'ê li dijî nuqteyek çeteyan çalakî pêk anîn. Çalakî duh ji piştî nîvro heta nîvê şevê dewam kir û têde herî kêm 6 çete hatin kuştin. Li wê nuqteyê pevçûn heta danê vê sibê dewam kirin û 2 çeteyên din jî hatin kuştin. Çeteyan li vê nuqteyê hemû cure çekên giran bikar anîn. 

Li aliyekî din balafirên koalîsyonê ya navneteweyî duh û şevê din 4 êrîş li dijî baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên Kobanê pêk anîn. Du êrîş li kolana Şaredariyê, êrîşek li taxa Karsazî (Sînaa) û êrîşek jî li gundê Minazê yê rojavayê Kobanê pêk anîn.