Li ser banga partiyên siyasî, sendîka, civatên baweriyan û saziyan duh li Hambûrgê bi navê "Em Parîs in-Em bi hev re li dijî terorê bisekinin, azadî û demokrasiyê biparêzin' bi beşdariya bi hezaran kesan mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga li Domplatzê de, tevî Şaredarê Hambûrgê Olaf Scholz û Pîskoposê Dêra Protestan a Bakurê Elmanyayê Kîrsten Fehrs, li ser navê Elewî, Êzidî, Suryanî û kurdan Selvîhan Sonmez peyivî.
Pîskopos Kîrsten Fehrs da xuyakirin ku cihê van bûyerên hovane di ti olan de nîne û da zanîn ku divê hewldanên derxistina şerê navbera ol û baweriyan, bên pûçkirin. Fehrs diyar kir ku piştî komkujiya li Parîsê şaş e ku mafên azadiyê bên astengkirin û anî ziman ku gelek ji terorîstan zarokên gelên li Ewropayê ne.
Endama Civaka Elewiyan Selvîhan Sonmez tevî nûnerên saziyên Kurd, Êzidî û Suryaniyan derket ser dikê û ji gelê Parîsê re sersaxî xwest. Sonmez bal kişand ser êrîşên li Şengal, Kobanê, Pirsûs û Enqereyê.