Li Gronlandê du çiyayên qeşa bihelin wê ava li okyanûsan bi metreyekê bilind bibe
Ji bo civîna bilind a avhewayê ya navneteweyî ya li Parîsê du hefte man. Alarma li ser bandora germahiya global vê carê ji bo Gronlandê lê da.

Li Cemsera Bakur du çiyayên qeşayê bi xeteriya helandinê re rû bi rû ne.
Li gorî lêkolînek di kovara Amerîkan Scîence de hat weşandin, çiyayê qeşa Zacharîae Îsstrom ê li bakurrojhilatê Gronlandê, salane 5 mîlyar ton qeşayê winda dike. Halbûkî heta destpêka salên 2000'î rewşeke bi îstiqrar hebû.
Qeşayekî bi tenê yê mezin, dikare ava li temamiya okyanûsan bi nîv metreyê bilind bike.
Çiyayê qeşayî yê di nava okyanûsê de ji sala 2002 heta sala 2014'an ji sedî 95 kêm bû. Ev helandin gefê li çiyayekî din ê qeşaye ye jê mezintir NÎoghalvfjerdsjorden ê li bakur, dixwe.
Ji nivîskarên bingehîn ê lêkolînê lêkolînerê departmana jeofîzîk a Zanîngeha Calîfornîayê Jeremîe Moûgînot, ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP'ê re peyivî û got, "Ev çiyayê qeşayî dihele û li dû xwe gelek çiyayên biçûk ên qeşayî dihêle. Bi vê helandinê re wê di pêvajoya dehan salan de, asta okyanûsan bilind bike." Moûgînot ragihand ku ev yek hînê destpêk e.
Ev her du çiyayên ji qeşayê, ji sedî 12 ê qeşaya li Gronlandê ne. Moûgînot got, "Eger ev bi temamî bihelin, wê ava li okyanûsan bi metreyekê zêde bibe. Eger şensê me hebe, ev yek wê di nava çend sed salên pêş de pêk were."