Li Girtîgeha Midyadê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Midyadê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Midyadê 4 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê 4 girtiyên siyasî yên bi daxwaza ji qawîşa serbixweyan derkevin biçin nav girtiyên siyasî, di 14'ê Hezîranê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji girtiyan Sabîh Ozcan wiha got: "Em di çalakiya grevê de ne. Ji roja me dest bi grevê kir heta niha em di hucreyên du kesî de tên girtin. Daxwazên me nayên bersivandin. Em pê hesiyan ku daxwaznameyên em didin naşînin. Tenê daxwazeke me, ew e ku me bibin nav girtiyên siyasî."
Li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê girtiyê bi navê Sabîh Ozcan ragihandin ku, li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û wan bişînin girtîgeha girtiyên siyasî lê heyî bi 3 hevalên xwe re dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ozcan di nameya ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)'yê re şand de diyar kir ku, ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di 14'ê Hezîranê de bi hevalên xwe Turgut Yaman, Ahmet Uzun û Kamuran Kilinç re dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Ozcan anî ziman ku, dema hatin Girtîgeha Midyadê ji ber ku ecemî bûn bi beralîkirina rêveberiya girtîgehê ew şandine kawîşa kesên serbixwe. Ozcan bilêv kir ku, piştî demekê ji bo derbasî qawîşa girtiyên ji doza PKK’ê girtî lê dimînin daxwazname dane, lê ji ber vê yekê rastî êşkenceyên psîkolojîk û fizîkî hatine.
'HEMÛ KOMUNÎST Û ZERDUŞT IN'
Ozcan, destnîşan kir ku ji ber girtîgeha lê dimînin tu girtiyên PKK'yî tune ne ji bo wan bibin girtîgehekî din daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine û dane rêveberiya girtîgehê û wiha got: "Em niha li vir 4 kes in. Hevalên min Turgut Yaman, Ahmet Uzun, Kamuran Kilinç mehek û 10 roj in û em li bendê ne ku me sewqî girtîgeheke din bikin. Li vir rêveberiya girtîgehê ji bo me neşîne û vîna me bişkîne di nav hewldanan de ye. Di hevdîtina me bi rayedarên girtîgehê re kir de ji me re gotin; 'Heke hûn derbasî nav PKK'yiyan bibin hûn ê saet di 06.00'an rabin. Bi vî rengî hûn nikarin rehet rakevin, jiyaneke we ya rehet nabe û hûn ê her tim di bin zextan de bin. Hûn ê 24 saetan di perwerdeyan re derbas bibin û tu jiyana we ya şexsî wê nîn be hûn ê weke koleyan bixebitin, dê hemû karên paqijiyê bi we bidin kirin, hûn mecbûr in pirtûkên rêxistinê bixwînin, hûn rehet televîzyonê temaşe nakin û hûn nikarin îbadeta xwe ya olî bikin. Heqaretê li Îslamê dikin, biçûk dîbînin, hemû komunîst û Zerduşt in, ol û îmanê nizanin, tu eleqeya wan bi Kurdbûnê re nîn e'"
'HÛN DI RADYOYÊ DE FERMANAN DIGIRIN'
Ozcan, diyar kir ku Rêveberiya Girtîgehê radyoyên wan desteser kirin û hinceta wê jî "Hûn di radyoyê de fermanan digirin. Dema hûn çûn sewqê hûn ê weke bêtêlê bi kar bînin û rê ji rêxistinê re bêjin. Ozcan bi lêv kir ku piştî hemû pirsgirêkan di 14'ê Hezîranê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha got: "Em di çalakiyê de ne û ji roja me dest bi çalakiyê kir em di hucreyên du kesî de tên girtin û tu pêdiviyên me me nayên bicihanîn. Xwê û şekirê me heye lê lîmonê nadin me. Hinek personel ava germ û çayê nadin. Hemû karmendên girtîgehê ji bo vîna me bişkînin û ji bo ku me ji biryara ku me girtiye vegerînin zextan pêk tînin. Daxwaznameyên em didin naşînin. Em li benda piştgiriya hemû welatparêzan in. Daxwaza me ew e ku me bibin cem hevalên me."
'JI BO TEVKARIYA JI AŞTIYÊ RE BILA ZAROKÊN ME SERBEST BERDIN'
Dayika Sabîh Ozcan Melahat Ozcan jî diyar kir ku ew ji ber rewşa zarokan bi guman e û divê tavilê binpêkirina mafan ji holê bê rakirin û zarokên wan serbest bên berdan û wiha got: "Ez ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Dema min got ez dixwazim kurê xwe bibînim rûyê gardiyanan guherî. Min jî hîs kir ku rewş nebaş e. Ji ber ku zarok di grevê de ne destpêkê nexwestin hevdîtinê bikin. Pişt re gotin 6-7 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Me têkildarî rewşê agahî da parêzeran." Ozcan, anî ziman ku her roj behsa aştiyê dikin, lê her roj girtîgeh tijî dibin û wiha axivî: "Ji bo tevkariya aştiyê em dixwazin zarokên me serbest bên berdan."
Rayedarê Girtîgeha Tîpa M a Midyadê jî îddîa kir ku li girtîgehê tu kes di çalakiya greva birçîbûnê de nîn in.