Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Li Girê Spî 6 çete hatin kuştin
Li rojavayê bajarokê Girê Spî (Til Ebyad) ji ber êrîşa çeteyan di navbera wan û hêzên YPG'ê de şer derket. Di encama şer de 6 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bejahiya gundê Bîrkino, Susik û Meluh El Qemer ên li rojavayê bajarokê Girê Spî komên çete yên DAIŞ/Cephet El Nusra, li dijî gundan êrîşî pêk anîn.
Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûn derket.
Hate ragihandin ku di pevçûnan de li Bîrkino 3, li Susik 2 û li Meluh El Qemer jî endemakî komên çete hatin kuştin. Pevçûn cîh bi cîh didomin.