Li Gimgimê karên kontra

Li Gimgimê karên kontra

Li gundên navçeya Mûş Gimgimê, ka û axurên gundiyan ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve tên şewitandin.

Li navçeya Mûş Gimgimê, ev deh rojin li gundan bûyerên bi guman rû didin. Ka û axurê gundiyan ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve tê şewitandin. Ev bûyer di nava gel de rê li ber tirs û fikaran vedikin. Tê gotin, kesê ku gule li şivanekî pezê xwe diçêrandin reşandibûn, heman kesên axurên gundiyan dişewitînin û ev kesên mijara gotinê hewl didin xwe weke gerîlayên HPG'ê bidin naskirin.

Der heqê mijarê de çavkaniyên nêzî HPG'ê dan xuyakirin ku bûyerên diqewimin karê kontra ne û ti eleqeya gerîlayên HPG'ê bi van bûyeran re tineye.