Li Gimgimê bi hezaran kes ji bo Ocalan û Rojava meşiyan

Li Gimgimê bi hezaran kes ji bo Ocalan û Rojava meşiyan

Li Gimgimê bi tevlîbûna hezaran kesî “Ji Ocalan re azadî” hate xwestin û Şoreşa Rojava hate silav kirin.

Li Gimgimê piştî bihezaran kes ji cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Xelîl Aktar (Fîraz Eylo) vegerîn navenda bajarê Gimgimê, li gel pankartên “tenduristiya Rêberê me tenduristiya me ye”, “Em şoreşa rojava silav dikin, em êrîşên li ser Serêkaniyê şermezar dikin” meşek biser navê “ji Ocalan re azadî” û “şoreşa rojava silav dikin” pêkanîn. Di meşê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bican bixwîn em bi te re ne ey Serok” “Ocalan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serhildana Rojava” qîriyan. Dema ku panzer bilez hate ser girseyê, demek kurt rageşiyê rû da.

Bi hezaran kesên li gel sloganan heya Îşxaneya Şaredariyê meşiyan, parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk got; “Li ser navê ol, li ser navê Îslamiyetê li Rojava komkujî li ser komkujiyê pêktînin, dixwazin neteweyan qetil bikin. Em dizanin ku hewildanên wan vale ne. Ji ber ku Birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê de bi şîara ‘jiyana azad û rizgariya demokratîk’ li dijî hemû zalim, Xweseriya demokratîk ya Kurdistanê ya hemû bawerî, çandî û gelan îlan kir. Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan beriya hertiştî tê. Tenê biserê xwe Kurd û Kurdistanê na, ji bo 6 milyar mirovan edalet, wekhevî û azadiyê tekoşînê dide meşandin. Rêberê Gelê Kurd, lîderê PKK’ê ye.”

Çelîk di dewama axaftina xwe de wiha got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe, weke duh bûyî îro jî dê tekoşînê berdewam bikin. Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê dê li Bakûr, Başûr û Rojhilatê pêkbê. Dê roj bê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Roj dê bê gêrîlayên diçin Bakûr dê di nava me de siyaseta demokratîk bimeşînin. Ey Erdogan, Ey AKP, êdî bese, em dibêjin êdî bese. Yan dê agirbest û pêvajoya çareseriyê weke firsend bibînin û zindana vale bikî, yan dê wan zindanan di serê we de hilweşînin.”

Piştî daxuyaniyê hezaran kes bisloganan belavbûn.