Li Geverê qeza: 3 mirin, 11 birîndarbûn
Li Geverê qeza: 3 mirin, 11 birîndarbûn
Li Geverê qeza: 3 mirin, 11 birîndarbûn
Duh êvarî di demjimêr 16.30 de li Geverê qezayekî ya trafîkê çêbû. Qeza 20 km li dûrî navçeya Geverê li nêzîkî meydana sergoyê navçeyê pêk hat.
Duh êvarî di demjimêr 16.30’an de li navçeya Geverê a girêdayî Colemêrgê li nêzî meydana sergoyê navçeyê qezayekî trafîkê pêk hat. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes ji birîndar bûn. Mînîbusa rêwiyan ya ku ji Geverê ber bi Wanê ve diçû li pişt ve li tirê da.
Di encamê de Helîme Onera 74 salî, Helîm Onera 34 salî û Îrem Onera 9 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. 11 kesên di mînîbusê de birîndar bûyîn ji rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Rê demekê ji trafikê re hatin girtin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.