Li Geverê polîsan êrişî ciwanan kir
Li Geverê polîsan êrişî ciwanan kir
Li Geverê polîsan êrişî ciwanan kir
3 Rojavayiyên ku li ser sînorê Rojava ji aliyê polîsên tevgera teybet ve ku hatin qetilkirin li Geverê tê protesto kirin. Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin.
3 Rojavayiyên ku di 17’ê Mijdarê de di dema ku dixwestin ji Qamişlo derbazî Nisêbînê bibin ji aliyê polîsên tevgera teybet yên Tirk ve hatin qetilkirin li navçeya Colemêrgê Geverê ji aliyê ciwanan ve hate protesto kirin. Di encama guleyên hewayî yên ku ciwanan avêtine wesayitên zirxî yên polîan ku li taxa Eczane de pevçûn derketin. Polîsan li gel wesayîtên zirxî li ser ciwanan gaza bi asot, guleyên plastîk û ava şil avêtin ciwanan. Ciwanan jî bi avêtina guleyên hewayî û molotofkokteyna a kamereyên Mobesê û wesayitên zirxî bersiva polîsan dan. Ji ber sedemê boyerên ku derketin dikandaran jî deriyên dikanên xwe girtin.
Poyerên ku derketîn piştî demekî berdewam kirin ku heya sêriyana girtîgehê çûn, polîsên ku di êrişê de gaza bîber bi karanîn gelê derdor û xwendekarên ku ji dibistanê derdiketin bandor bûn. Di encama gaza bi asot ya ku polîsan avêtî de xwendekarekî nexweşiya astim ji ser hişê xwe çû. Xwendekarê ku ji ser hişê xwe çû rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Geverê.
Boyerên ku li navçê derketîn hîna berdewam dikin.