Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Geverê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Geverê piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Menduh Sirri polîsênTirk li hemberî ciwanên endamênYDG-H’ê bi bombayên gazê êrîş kirin. Ji ber êrîşên polîsan pevçûnan rû da.
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî merasîma cenazeyê şervanê YPG’ê Menduh Sirri polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanên endamên YDG-H’ê kirin. Ciwanan jî bi molotof û keviran bersiv dan.
Polîsan bêserûber bombeyên gazê avêtin malan, esnafan jî dikanên xwe girtin.
Pevçûnên li navçeyê didomin.