Li Erxeniyê protestokirina Erdogan hate asteng kirin

Li Erxeniyê protestokirina Erdogan hate asteng kirin

Rêxistina BDP’ê ya navçeya Erxaniyê, xwestin ku hatina Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a li navçeyê ji bo vekirina bi komî bi meşekê protesto bikin ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Destor nehat dayîn ku BDP’î ber bi cihê Erdogan lê diaxivî bimeşîn.

 Girseya ku dovîsên li ser "Qatîl Erdogan ji Kurdistanê bi cehime", "Em li Kurdistanê dîwarê şermê naxwazîn." Hatî nivîsandin hilgirtin. Pişt re berbi Salona Sporê ya sergirtî ve meşiyan. Li ser rêya Milî Egemenlikê polîsan bi îdiaya meş bê destore asteng kirin.

 Li ser rawastandina meşê Serokê BDP’ê yê Erxaniyê Cavidan Yaman daxuyanî da, Yaman destnîşan kir ku pêwiste ku ji bo pêvajoya çareseriyê pêş bikeve gavên pratikî bên avêtin. Got ku hikûmetê daxwazên wan yên ku  destpêkê yên divê girtiyên nexweş bên berdanê li ber çavnegrtîne.

Yaman da diyar kirin ku her roj li ser girtiyan çewsandin û surgur kirin zêde dibin. Yaman qetilkirina 3 welatiyên Kurd yên li ser sinor ji şermezar kir.

Yaman azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û piştî axivtinan BDP’î disan berbi avahiya navçeyê ve meşiyan.