Li Erdîşê ji malbatên girtiyên siyasî re xwarina fitarê

Li Erdîşê ji malbatên girtiyên siyasî re xwarina fitarê

TUHAD-DER Nûneriya navçeya Wan Erdîşê, ji bo malbatên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane û girtiyên siyasî, xwarina fitarê da.

TUHAD-DER Nûneriya navçeya Wan Erdîşê, ji bo malbatên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane û girtiyên siyasî, xwarina fitarê da. Xwarina fitarê li Mala Serxweşiyê ya Şex Seîd a bajarokê Çelebîbagê hat dayîn. Tevî malbatên gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane û girtiyên siyasî, Nûnerê TUHAD-DER Şaxê Erdîşê Fevzî Can, rêveberên BDP'ê yên Erdîş û Çelebîbagê, Cîgirê Şaredarê Çelebîbagê Nûrûllah Canpolat jî amade bûn.