Li eniyên başûr û rojhilat ên Kobanê şerê dijwar

Li eniyên başûr û rojhilat ên Kobanê şerê dijwar

Li eniyên başûr û rojhilatê Kobanê ji duh êvarê heta ber destê vê sibehê şerekî dijwar qewimî. Di pevçûnên li van her du eniyan de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji duh êvarê heta ser sibê li gundê Kolmet ê li başûrê Kobanê  şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DIAŞ’ê de rû dan. Ji ber dijwariya şer, agahiyên zelal ji herêmê nehatin bidestxistin.

Her wiha li gundê Şêran ê li rojhilatê Kobanê ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar di navbera şervanên YPG û çeteyên DAIŞ'ê de rû dide. Di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wesayîtek jî hat rûxandin.

Wekî din duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê ji sê aliyan ve xwestin êrîşê gundê Helincê bike, lê rastî bersivdayina şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de şer û pevçûn rûdan û hat ragihandin ku bi dehan çete li vir hatine kuştin.