Li Êlihê qetilkirina 3 welatiyan bi girseyî hate şermezarkirin
Li Êlihê qetilkirina 3 welatiyan bi girseyî hate şermezarkirin
Li Êlihê qetilkirina 3 welatiyan bi girseyî hate şermezarkirin
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê û Meclisa Bajar a HDK'a Êlihê, têkildarî qetilkirina 3 welatiyên Qamişlo ku li Nisêbînê hatin qetilkirin bi girseyî şermezar kir. Di çalekiyê de Hevserokê HDP’a Êlihê Mahmut Çîftçî, diyar kir ku qetilkirin piştî serdana Erdogan pêk hatiye û ew vê qetilkirinê ji wîjdana raya giştî û gel re berdidin.
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê û Meclisa Bajar a HDK'a Êlihê, têkildarî qetilkirina 3 welatiyên Qamişlo ku li Nisêbînê hatin qetilkirin daxuyanî da. BDP û HDK'ê, bi girseyî li Kolana Gulîstanê komkujî şermezar kir. Di daxuyaniya girseyî de Hevsrokên HDP’a Êlihê Wîldan Ergun Tîlegî, Mahmut Çîftçî, Hevserokên BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, Serdar Atalay, hilbijêrên BDP’yî, rêveberên HDP, HDK û BDP, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, tevkarên DOKH’ê, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em komkujiya li sînorê Qamişlo û Nusêbînê lanet dikin” hate verkirin. Hevserokê HDP’a Êlihê Mahmut Çîftçî axivî û diyar kir ku komkujiya li ser 3 welatiyên sivîl ên ku li sînorê Nisêbîne hatine kuştin şermezar dikin.
Çîftçî, anî ziman ku şerê ku di serî de hêzên Emperyalîst dikişînin û bi hevkariya cînarên Suriyê wek welatên Îran, Suudî Erebîstan, Katar û ku Tirkiye jî di nav de ye bi hemû şîdeta xwe didome û got ku ji roja şoreşa Rojava destpê kiriye heta niha xwestine wê vînê bifetisînin û bi komên çete bi alîkariya wan dewletan êrîşî Rojava dikin. Çîftçî, destnîşan kir ku hikûmeta AKP bi dijminahî li hember Rojava ye û got naxwaze alîkarî biçe Rojava. Çîftçî, da zanîn ku piştî ‘şova Amedê’ ya Serokwezîr Erdogan li sînorê Qamişlo û Nisêbîne piştî 24 saetan înfazkirina 3 welatiyan ji wîjdanê gel re berdide û got ku di navbera mehek dawî de li ser sînorê Rojava 7 welatî bi awayekî pergalî tên qetilkirin. Çîftçî, ev tişt got: “Piştî ev sê kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane li pey wan li cihê bûyerê şekir, derman, toqê zarokan û tizbîh mane û ev dîmen kezeva me şewitandine. Em ji vir bang li rayedarê hikûmetê û dewletê dikin, bila destê xwe ji ser şoreşa Rojava ya demokratîk berdin. Sînoran ji alîkariya mirovî re vekin. Alîkariya ku didin çeteyên El Nûsra û El Qaîdê bile bidin rawestandin.”
Çîftçî, anî ziman ku kes nikare têkilya gelê Rojava û heremê bi dîwaran, eraziyên mayîn û têlên badayî nikarin xera bikin û bang kir ku failên komkujiyê demek beriya demekê derbixin holê û bên darizandin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.