Li Êlihê ji bo Rojava çalakiya rûniştinê

Li Êlihê ji bo Rojava çalakiya rûniştinê

Li Êlihê welatiyên ku li ser tûra civakî xwe rêxistin kirin çalakiya “mirovê radiweste” pêkanîn û êrîşên li Rojava li dijî sivîlan protesto kirin.

Li Êlihê welatiyên ku li ser tûra civakî xwe rêxitin kirin û bi armanca li Rojava êrîşên li ser sivîlan protesto bikin çalakiya “mirovê radiweste” pêkanîn. Çalakiya ku li Parka Ataturk pêkhat, rêveberên BDP’a Êlihê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Welatiyan ji bo rayagiştî ya Tirkiye û cîhanê li hemberî êrîşên li Rojava pêktên bêdeng nemînin bideqîqeyan çalakiya “mirovê radiweste” pêkanîn.