Li Efrînê 3 çeteyên El Qaîdeyê hatine kuştin
Li Efrînê 3 çeteyên El Qaîdeyê hatine kuştin
Li Efrînê 3 çeteyên El Qaîdeyê hatine kuştin
Di pevçûnên li derdora Qestel Cindo ya Efrîn ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de rûdane 3 çete hatin kuştin û yek birîndar bû. Di heman pevçûnan de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da. Li Atmê jî çeteyên DAIŞ'ê Tirba Şêx Keras xira kirin û dara li dora wê ku nêzî 160 salin heye birîn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di nava 48 saetên dawî de çeteyên DAIŞ'ê li derdora gundên Qestel Cindo, Yazî Bax û Meerîn hewldan êrîşan pêk bînin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û di encamê de pevçûn derketin. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 3 çete hatine kuştin û yek birîdar bûye. Di heman pevçûnan de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
Li herêmê pevçûnên demî cih bi cih dewam dike.
ÇETEYAN TIRBE XIRA KIRIN, DARÊN SEDAN SALAN BIRÎN
Di vê navberê de, çavkaniyên herêmî yên li derdora gundê Atmê yê girêdayî Idlibê diyar kirin ku komên çete yê DAIŞ'ê Tirba "Şêx Keras" ya li derdora Gundê Atmê bi temamî xira kirine û darên wê birîne.
Çavkaniyan dan zanîn ku komên çeteyan bi hinceta ku cihê îbabeta pûtan e tirbeya ku nêzî 100 salan e heye, xira kirine û darên li dora wê ku temenê hinekan 160 salin jî birîne.
Tirbe bi salan e wekî ziyaretgehekê dihat zanîn û her salan welatî diçûn wir.