Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Li Efrînê 2 çete hatin kuştin

Li nêzî gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha 2 erebe jî hatin rûxandin û 2 çeteyên din jî birîndar bûn

Li derdora gundên Meerîn û Qestel Cindo yên navçeya Şera ya Efrînê, pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de rûdan. Di encamê pevçûnan de 2 çete hatin kuştin, her wiha 2 erebeyên çeteyan ku bi çebilxaneyê dagirtî bûn, hatin rûxandin û 2 çeteyên din jî birîndar bûn.