Li dijî tiryak û metîngeriyê meş
Li dijî tiryak û metîngeriyê meş
Li dijî tiryak û metîngeriyê meş
Aktivîstên Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û Înîsiyatifa Gel a Nisêbînê li dijî metingeriyê û tiryakê bi silogana "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin" meşek girseyî pêk anî.
Aktivîstên Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û Înîsiyatifa Gel a Nisêbînê, di çarçoveya kampanya bi silogana "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin" li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşek girseyî pêk anî. Bi hezaran kesên li Taxa Firatê kom bû, bi pankart û alên YDG-H, YDGK, PKK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş pêk anîn Girsê di meşê de pankartên "Metîngeriyê nejî nede jiyandin", "Meşa Azadiya Rêber Apo", "Ji fihuş, tiryak, dizî, sîxurî û bendavan re rê tune" û "Em Yekîneyên Jinê ya Ciwanên Demokratîk û Welatparêz silav dikin. Girsê di meşê de dowîzên "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin", "Ji Rêber Apo re azadî" ji Kurditanê re statu" û "Neçin leşkeriyê" bilind kirin.
Girseyê piştî meşê fîşekên hewayî teqandin û siloganên "Ji Ocalan re azadi ji Kurdistanê re statû", "Leşkerên dagirker ji Kurdistanê vekiş in", "Ocalan", "Li çiya negerin Apoyî li her derê ne", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan", "PKK gel e gel li vir e" û "Bê Serok jiyan nabe" qîr kirin. Meşa bi saetan berdewam kir, welatiyên li şaneşînan jî piştgirî dan meşê.
Meş bi sirûda "Çerxa Şoreşê" bi dawî bû. Piştre li kolanan bi îmzeya YDG-H'ê pankartên "Metîngeriyê nejî û nede jiyandin, Neçe leşkeriyê û nebe celadê gelê xwe" daliqandin.