Li depoya niftikê ya li Endonezyayê bi dehan kes mirin

Li depoyeke niftikê ya li Endonezyayê ji ber şewatê herî kêm 24 kes mirin.

Li gorî nûçeya AFP'ê berpirsyarê saziya rewşa lezgîn Riadil Lubis diyar kir ku di bûyerê de ya li bakurê girava Sumatrayê 24 kes mirine ku 21 ji wan mirovên mezin in 3 jî zarok in. Rayedar got, ew hîn nizanin ku şewata li depoyê ji ber çi derketiye.

Ajansa Nûçeyan AP jî li gorî agahiyên ji çavkaniyeke fermî wergirtî ragihand ku herî kêm 30 kes mirine. Rayedarê xwecihî Irwan Syahri piştrast kir ku çend ji kesên jiyana xwe ji dest dane zarok in. Malpera bi navê Media Indonesia ragihand herî kêm 30 kes mirine.

Qenalên televîzyonê yên Endonezyayê dîmenên bûyerê weşandin ku tê de xuya dike ku depo bi temamî şewitiye.