Li Cizîrê û Silopiyayê bi dehhezaran kes dimeşin

Li Cizîrê û Silopiyayê bi dehhezaran kes dimeşin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî çeteyên DAIŞ û hêzên piştgiriyê didin wan ji Cizîrê û Silopiyayê bi dehhezaran welatiyan dest bi meşê kir. Welatiyên Rêya Îpekê girtin bi dirûşmayên dilsoziya xwe ya bi PKK’ê û YPG’ê re tînin ziman, dibêjin.

Nêzî 30 hezar kesên li Cizîrê kom bûn bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li ser Rêya Îpekê ber bi Silopiyayê dimeşin.

Bi dehhezaran Kurdistaniyan dirûşmayên, "Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe gor”, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" gotin û Rêya Îpekê li trafîkê girtin.

Ji Cizîrê ku meş didome, hat ragihandin ku ji Silopiyayê jî bi hezaran Kurdistanî ber bi Cizîrê ve dest bi meşê kirin.