Li Cizîrê qeza: 4 mirî, 9 jî birîndar
Li Cizîrê qeza: 4 mirî, 9 jî birîndar
Li Cizîrê qeza: 4 mirî, 9 jî birîndar
Li navçeya Cizîrê qamyona tejî mermer barkirî, dema ku firena wê negirt qezayekî qeza kir, bû sedema zincîre qezeyekê. Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Duh êvarî li navçeya Cizîrê, dema ku qamyona ji Hezexê di hat, di ketina navçeyê de li ser cedeta Hezexê firêna wê negirt. Qamyona bi plaka 73 SP 811 ya tejî mermer ku firênê wê negirt ya di bin kontrola Resul Taş de, piştî li 5 wesayîtan xist nû karî raweste. Wesayîtên ku ji ber lêdana qamyonê bi metreyan xişikiyan, otomobîlekî 4 kes têdebûn perçe perçebû, wesayîtên din jî ji rê derketin.
Piştî qezayê Cizîriyên ku hatin cihê bûyerê û ekîbên îtfayê ji bo derxistina kesên di nav wesayîtan de mayîn kedek mezin dan. Ekîba tenduristiyê dereng hat cihê bûyerê û hîn ne hatin cihê bûyerê Idrîs Kulterê 37 salî jiyana xwe ji dest da. Birîndar jî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê .
Yên di qezayê de birînndar bûyîn ajovanê qamyonê Resul Taş (48), Selîm Bilen (33), Suleyman Oran (27), Vesile Kulter (33), Qumri Kanık (58), Heybet Kanik (57), Zîver Ozen (28), Sadiq Yalçin (25), Cemal Bozkurt (34) ve Bedrî Direkçî (28) rakirin nexweşxaneyê. Birîndarên di bin çavdêriya dixtoran de Resul Taş li rexmê hemû mudaxeleyê jî jiyana xwe dest da.
Ji yên li nexweşxanê Vesile Kulter (33) Ozgur jî jiyana xwe ji dest dan. Birîndarên din li nexweşxaneyên derdor têne dermankirin. Ji berî vê ji bûyerên wek vê li ser cadeya Hezexê çêbûne, tê gotin ku heya niha derdora 20 kesî li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane.