Li Cizîrê li dijî mala serokê cerdevanan êrişa bombeyî
Li Cizîrê li dijî mala serokê cerdevanan êrişa bombeyî
Li Cizîrê li dijî mala serokê cerdevanan êrişa bombeyî
Li navçeya Şirnexê Cizîrê li dijî mala serokê cerdevanan Emîn Negiz êrişa bombeyî pêk hat. Di êrişê de birîndar yan jî mirî çênebûn lê li taxê panîkek mezin çêbû.
Li gorî agahiyên ku bi dest ketîn li dijî mala serokê cerdevanan Emîn Negiz yê ku li taxa Konak a Cizîrê li herêma Sanayî Sitesî ji aliyê kesên ku nasnama wan ne diyar ve êrişekî bombeyî pêk hat. Bombeya ku di teqînê de dengekî mezin jê hat, Negiz û malbata wî bê ku tiştek bi wan were jê rizgar bûn.
Polîsên ku piştî boyerê hatin cihê boyerê ewlehiyên berfireh girtin û li cihê ku bombe lê teqiya dest bi lêkolînan kirin.