Li Cizîrê kesek hate gulebaran kirin
Li Cizîrê kesek hate gulebaran kirin
Li Cizîrê kesek hate gulebaran kirin
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê ciwanekî 25 salî ji aliyê hinek kes yan kesên nenas ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyera ku di demjimêrên şevê de li ser rêya Yenî Çevre ya Nisêbînê pêkhat, Ercan Şîmşekê 25 salî ku li ser rê bufe dişixuland, ji aliyê kes yan kesên nenas ve rastî êrîşa çekdarî hat. Şîşmekê giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê li rexmî hemû hewildanan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Şîmşek piştî otopsiya li morga nexweşxaneyê, ji bo sedema mirinê bê zanîn şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.