Li Cizîrê di êrîşa çekdarî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Li Cizîrê di êrîşa çekdarî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de welatiyê bi navê Elî Nart jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de welatiyê bi navê Elî Nart yê temenê wî 30-35 salî jiyana xwe ji dest da. Nart dema ji mala xwe derdiket, rasti êrîşê hat û kes ango kesên êrîş kirin ji holê winda bûn. Welatiyên hatin cihê bûyerê Nart, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê Nart li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.