Li Cizîrê ciwanan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin
Li Cizîrê ciwanan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin
Li Cizîrê ciwanan salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanên YDG-H'ê 35'emîn salvegera avakirina PKK'ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de polîsan mudaxale kir û bûyer derketin.
Komek endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H) ên Şirnexê bi minasebeta 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê di saetên êvarî de li taxa Nurê ya Cizîrê li ber Tabûra Tankê çalaki pêk anîn. Ciwanên ku ruyêxwe girtin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û PKK'ê vekirin. Koma ciwanan di meşê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Ocalan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin.
Ciwanan di meşê de fîşekên hewayî avêtin û ji aliyê welatiyan ve rastî piştgiriyê hatin. Polîsên bi maşîneyên zirxî hatin cihê meşê bi bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fişekên hewayî û keviran bersîv da polisan. Piştî pevçûna demekê çalakî bi dawî bû.