Li Cizîrê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Li Cizîrê çalakiya Dayîkên Şemiyê

Di çalakiya Dayikên Şemiyê de aqûbeta Alî Karagoz ê ku di sala 1993'yan de bi darê zorê ji mala xwe hat derxitin û carekedin agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Di çalakiyê de hevjîna Alî Karagoz Ayşe Karagoz axivî û diyar kir ku, Kamîl Atak û hevalên wî, şûna ku hevjînê wêî û Kalkan bibin qereqolê, li bodruma mala xwe de digirt.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ya bi armanca bila winda bên dîtin, kiryar bên cezakirin ku her hefte li navçeya Cizîrê Şirnexê tê li darxistin, vê hefteyê jî li ber Amadeyiya Cizîrê aqûbeta windayan hat pirsîn. MEYA-DER jî ji bo piştgiriyê bide tevlî çalakiyê bû. Di çalakiya vê heftê de çîroka Alî Karagoz ê ku di sala 1993'an ji mala xwe ya taxa Cûdî ya Cizîrê bi darê zorê hat derxistin û carekedin agahî jê nehat girin hat vegotin. Çîroka Karagoz, hevjîna wî Ayşe Karagoz vegot.

Ayşe Karagoz anî ziman ku, di wê demê de şaredar û sercerdevan Kamil Atak, birayê wî Kukel Atak, serleşker Cemal Temîzoz, Hakîm Guven û bi dehan cerdevanan ser mala wan de girtin û wiha axivî: "Di demjimêrên serê sibê de bi çekên giran ser mala me de girtin û hevjînê min bi zorê ji malê derxistin. Dema ku bi ser mala me de girtin, Îskan Kalkan ê ku girtibûn ew jî li gel wan bû. Hevjînê min û Kalkan destê wan kelepçe kirin û bi xwe re birin. Piştî ku hevserê min ji malê derxistin, ne birin tu qereqol û nokteyên leşkerî. Kamil Atak û hevalên wî li şûna hevjînê min û Kalkan bibin qereqolê, ew di bodruma mala xwe de digirtin. Piştî wê rojekê ez û hevjîna Kalkan çûn mala Atak. Şûna ku hevjînên me berdin, em jî bi mirinê tehdît kirin. Ji wê rojê û vir ve me tu agahî ji wan negirt. Ber de em agahiyekê bigirin, me hestiyên wan jî nedît."

Karagoz diyar kir ku, li gel malbatên windayan bi sedan carî sûcên ku Kamil Atak kirine, danîn holê jî, lê cardin ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan û wiha got: "Em bang li Erdogan dikin, hestiyên windayên me bi salane li kuderêye. Em daxwaza edaletê dikin. Carek tenê be jî dengê qîrîna be bibîhîze. Em hestiyên mirovên me yên hatine winda kirin dixwazin."

Piştî axaftina Karagoz ji bo pênc deqîqeyan Dayikên Şemiyê çalakiya rûniştinê li darxistin. Piştre çalakî bi dawî bû.